Piştevanî beriya vegeriyanê

Şêwirêna Vegeriyanê li Otrîşê dixwaze pişta te di vegeriyana bo welatê xwe bigire.

Şêwirîna Vegeriyanê çi babetan pêk tîne?

  • Şêwirîna vegeriyanê derbarê bijardeyên te li welatê te bixwe te haydar dike.
  • Ev navend te derbarê vê yekê ku gelo ji bo vegeriyana bo welat û destpêka hebûna li welatê xwe dikarî piştevaniyê wergirî an na, haydar dike.
  • Ev navend alîkariya te ji bo wergirtina belgenameyên te dike.
  • Ev navend hewl dide ku lêçûna rêwîtiya te were dayîn.
  • Ev navend amadekariya rêwîtiy te dike û geşta asimanî jî ji bo te vediqetîne.
  • Ev navend di esas da piştevaniya te li Balefirgeha Wien Schwechat’ê di dema derketina ji welêt da dike.
  • Ev navend heta di rewşekê da ku tu divê li welatekî din siwarî balefireke din bibî da, alîkariya te dike.
  • Tu wek alîkarî ji bo destpêkirina li welatê xwe dê pere wergirî.
  • Şêwirîna Vegeriyanê vê yekê diyar dike ku gelo tu dikarî pêş, di dem û piştî rêwîtiyê piştevaniya bijîşkî wergirî an na.

Ji kerema xwe di pêngava yekem da serdana navendeke Şêwirîna Vegeriyanê (Bundesagentur für Betreuungs- und Unterstützungsleistungen) (Ajansa Federal a Xizmetên Çavdêrî û Piştgiriyê) li nêzikî xwe bike.


Wir möchten Sie darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an den Anbieter übermittelt werden. Weitere Infos finden Sie in unserer Datenschutzerklärung.

Ragihandina gelemperî derbarê vegeriyana dilxwazî ya piştgirîbûyî


Get Return Assistance

Contact us, we help!